Rustemo û Azadî

Dayîk bi dengekê êşodayî digot \'Xwedê bela xwe bide feqîriyê\' Ji ber ku hîna feqîrbûn nikarîbû Kurê xwe bizewicîne.. Zilamê wê beriya 15 Çûbû rehma Xwedê..\n

Bilal ADLIG

28.04.2015, Sal | 10:12

Rustemo û Azadî
Makaleyi Paylaş
Dayîk bi dengekê êşodayî digot \"Xwedê bela xwe bide feqîriyê\" Ji ber ku hîna feqîrbûn nikarîbû Kurê xwe bizewicîne.. Zilamê wê beriya 15 Çûbû rehma Xwedê..

Feqîrî êdî serê Rustem diêşand.. Heman demî di serê wî de pirsa çareserkirina feqîriyê hebû.

Axir dem derbas bû demsal gûherîn Rustem berê xwe da Qamişlo. Li Qamişlo karê dirûtinê dikir. De virda de wir de Hin Pereyên Rustemo çêbûn.

Rustem rabû berê xwe da Hewlêrê. Li Hewlêrê dikana Cila vekir û dest bi Bazirganiyê kir. Ji Bazirganiyê pir qezenç kir û cardin berê xwe da Gûndê xwe çû cem dayîka xwe..

Dayîka Rustemo dema Kurê xwe dît wiha Dewlemend bûye berê xwe da Yezdanê Dilovan û wiha dia kir Ya Rebbî tu Mala me bikî yek û ji navendekî îdarekirinê bikî qismet. Ya Yezdan tu Mala me (Kurdistan) bidî ida-rekirin. Hemû lawê Kurdistanê biparêzî û Rihma xwe li welatê me kêm nekî..

Piştî demekê Rustemo Zewicî û cardin berê xwe da Bajarên Azad (Başûrê Kurdistanê)

Di dewlemendî û bi awayekî Azad Jiyana xwe domand.

Em tev bi hevra ji diaya Dayîka Rustemo re bibêjin Amîn..

Bilal Dirbêsî

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

5757 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:08:05:28
x