Kemal Burkay: Sersala we pîroz be!

Welatiyên hêja, hevalên delal,\n\nDawiya sala 2013 vaye hat û saleke teze dest pê dike.

31.12.2013, Sal - 09:03

Kemal Burkay: Sersala we pîroz be!
Haberi Paylaş
Welatiyên hêja, hevalên delal,

Dawiya sala 2013 vaye hat û saleke teze dest pê dike.

Sala çûyî jî lı welat û dinyayê bi bûyerên baş û nebaş Derbaz bû. Li welat yek ji wan bûyerên baş ew bû ku şer sekinî û pêvajoyeke bi navê “çareserî û aşitiyê” dest pê kir. Hêvî ew bû ku PKK bi temamî dev ji sîlehan berde û hukumet jî bo çareseriya pirsa Kurd gavên mezintir bavêje. Lê mixabın hîn ne PKK dev ji sîlehan berdaye, ne jî hukumetê ji bo çareseriya pirsa Kurd gavên hanê avêtiye.

Her usa kar û xebata ku ji bo çêkirina destûreke teze hebû ew jî xitimî û dîsa destûra 12 Îlonê li ciyê xwe ye.

Li Tirkîyê van rojên dawî operasyoneke dadî dest pê kir dijî bertîl û gemariyê û bû sedemê gengeşiyeke teze di navbera Hukumet û hin aliyên dinê da. Hukumet dibêje ev komployeke dijî wê ye ku bi destê hin komikên dizî ku di nav dewletê rêz bûne, pêk hatiye. Di vî warî da em dixwazin hertişt bi rê olaxên dadmendî bimeşe, ango ger curmkar hene derkevin pêş edaletê û eger di nav saziya dewletê da hin komên dizî û komploker hene bila ew jî eşkere bin.

Çareseriya pirsan dadî, zelalî û demokratî ye. Divê dewleta Tirk pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê çareser bike, da ku bigihîje aşitî û demokratiyê û ji nexweşiyên han xilas be.

Hêvîdar im sala teze ji bo me, bo gel û welatê me û ji bo dinyayê guhartinên baştir bîne, di riya azadî û aşitî da.

Sersala we pîroz be!

Kemal Burkay

Serokê Partiya Maf û Azadiyan

31 Çileyê Pêşîn, 2013

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2078 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:22:37
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x