2 kes li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê bi hinceta PYDyê hatin desteserkirin

Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 kes bi hinceta “endamtiya PYDyê” hatin desteserkirin.

17 Tebax 2023 - 09:15
17 Tebax 2023 - 09:15
 0
2 kes li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê bi hinceta PYDyê hatin desteserkirin

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê dema ku “2 endamên PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeyê, "operasyon" piştî agahiyên îstixbarî hatiye kirin.

Bi gotina medyaya fermî ya Tirkiyeyê derbarê wan 2 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.