200 ton ava firingiyên Helebceyê têne hinardekirin

Herî dawî 14 ton ava firingiyan bo welatê Swêdê hatin hinardekirin.

30 Berfanbar 2022 - 10:55
30 Berfanbar 2022 - 10:55
 0
200 ton ava firingiyên Helebceyê têne hinardekirin

200 ton ava firingiyên kargeha Şarezûrê ya li parêzgeha Helebceyê dê werin hinardekirin, heta niha 120 ton hinardeyî çend welatan hatine kirin û çendîn welatên din jî daxwaz kirine.

Herî dawî 14 ton ava firingiyan bo welatê Swêdê hatin hinardekirin, ji ber başiya berhemê û kalîteya wê, çendîn welatên din daxwaz kirine ku ava firingiyan a Şarezûrê werin şandin.

Xwediyê Kargeha Ava Firingiyan a Şarezûrê Casim Tewêleyî ragihand: “Ava firingiyên me di pişkinînê de kalîteya wê gelek bilind derket, loma me dest bi hinardekirinê kir. Me yekem barê ava firingiyan bo Brîtanyayê şand, piştre bo Belçîka û Holandayê, niha jî em barekî din bo welatê Swêdê hinarde dikin.”

Casim Tewêleyî diyar kir: “Me ji rêveberiya bazirganiyê rizamendî wergirtiye ku 200 ton ava firingiyan hinarde bikin, me heta niha 120 ton şandine.”

Herwiha destnîşan kir, ev pêngav ji bo firotina berhemên cotkarên Kurdistanê û pêkanîna derfetên kar, girîng e.”

Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariyên mezin ji bo hinardekirina berhemên navxwe dike, da ku cotkar û bazirgan bikarin berhemên navxwe bigihînin welatên cîhanê.