4 ciwanên Başûrê Kurdistanê di nav kuştî û birîndarên Stenbolê de ne!

Çend welatiyên ji Başûrê Kurdistanê jî di nav kuştî û birîndar û windayiyên êrişa Stenbolê de ne.

2 Çile 2017 - 02:57
2 Çile 2017 - 02:57
 0
4 ciwanên Başûrê Kurdistanê di nav kuştî û birîndarên Stenbolê de ne!

Çend welatiyên ji Başûrê Kurdistanê jî di nav kuştî û birîndar û windayiyên êrişa Stenbolê de ne.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kuştina ciwanekê û birîndarbûna 2 ciwanên din ên xelkê Hewlêrê di êrişa bajarê Stenbolê de piştrast kir. Li gorî zanyariyan jî, keçeke xelkê Silêmaniyê jî di êrişê de birîndar bûye.

Di encama êrişa duh şev a li Stenbolê de, 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kesên din jî birîndar bûn.