6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo yekxistina çalakiyên Newrozê dicivin

Biryare nûnerên her yek ji komele-rêxistina kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê, Komeleya Xehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ji bo behskirina çawaniya rêxistina kar û çalakiyên merasîmên Newrozê li Rojhilatê Rurdistanê bicivin.

6 Adar 2017 - 07:58
6 Adar 2017 - 07:58
 0
 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo yekxistina çalakiyên Newrozê dicivin

6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo yekxistina helwest û çalakiyên xwe, îro Duşemê dicivin.

Biryare nûnerên her yek ji komele-rêxistina kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê, Komeleya Xehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ji bo behskirina çawaniya rêxistina kar û çalakiyên merasîmên Newrozê li Rojhilatê Rurdistanê bicivin.

Ew civîn li avahiya deftera siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê birêve diçe û têde berpirsên komîsyona rêxistinên navxweyî yên wan partiyan beşdar dibin.

Ew 6 navborî heftiya derbasbûyî jî li bingeha Komeleya Şoreşgêr civiya bûn û li hev hatibûn ku şandeke hevbeş pêk bînin ji bo şopandina amadekirina projeyasayekê ji aliyê fraksiyona dewleta yasa di parlamentoya Iraqê de, ji bo derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Iraqê.