Aktoreke Kurd li Libya yê xelata baştirîn aktora jin bi dest xist

Grûpa Şanoyê ya Hewar li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Libya yê bû.

3 Îlon 2022 - 08:23
3 Îlon 2022 - 08:23
 0
Aktoreke Kurd li Libya yê xelata baştirîn aktora jin bi dest xist

Grûpa Şanoyê ya Hewar li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Libya yê bû.

Şanoger Hewar Faris ku di festîvalê de xelata baştirîn aktora jin bi dest xist, ji K24ê re got: “Hesteke xweş bû ku me bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn û min xelata yekem a aktora jin bi dest xist.”

Festîvala Şanoyê ya Trablusê ya li Libya yê di 27ê Tebaxa 2022yan de dest pê kir û çar roj berdewam bû, ji bilî nimayîşa çend şanoyek, hejmarek çalakiyên din jî hatin encamdan.