Alîgirên Sadir çûn pêş Encûmena Dadwerî

Xwepêşander li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê dest bi vegirtina konan kirin

23 Tebax 2022 - 07:24
23 Tebax 2022 - 07:24
 0
Alîgirên Sadir çûn pêş Encûmena Dadwerî

Alîgirên Tevgera Sedr ji bilî xwepêşandan û mayîna li ber avahiya parlamentoya Iraqê, îro roja sêşemê li Bexdayê çûne avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê û çadir vedane.

Alîgir û xwepêşanderên tevgera Sedr roja Sêşemê li ber Lijneya Dadwerî ya Bilind kom bûn û dirûşmên, “Divê dadgeh rola xwe bilîze û kesên gendel bên darizandin û cezakirin” qîriyan.

Herwiha daxwaza hilweşandina parlamentoya Iraqê û pêkanîna fraksiyona herî mezin dikin, daxwazeke din jî ew e ku dozgerê giştî ji Encûmena Bilind a Dadweriyê cuda bibe.

Nêzîkî mehekê ye alîgirên serokê opozisyona Iraqê Moqteda Sedr li ber avahiya parlamentoya Iraqê dest bi grevê kirine û daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dikin.