Almanya dîsa alîkarî ji Pêşmerge re şand

Almanya hinek kereste û pêdiviyên din ên serbazî bo Pêşmerge şand.

27 Berfanbar 2016 - 09:31
27 Berfanbar 2016 - 09:31
 0
Almanya dîsa alîkarî ji Pêşmerge re şand

Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê, li ser rûpela xw ya twîtterê ragihandiye, balafirek tijî kereste û pêdiviyên serbazî ji Almanya gihîştin Hewlêrê.

Di daxuyaniya konsulxaneya Almanya de nehatiye gotin ew alîkarî kengê gihîştine Kurdistanê lê hatiye ragihandin ku ew alîkarî ji hinek parçeyên yedek yên amûrên serbazî û pêdiviyên nojdariyê pêk hatine.

Heta niha gelek caran Almanya, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, çek û alîkariyên serbazî daye Pêşmerge.