Amedspor li mala xwe têk çû

Amedspor li stada xwe li hemberî Istanbulsporî 1-0 têk çû.

20 Tebax 2024 - 06:54
20 Tebax 2024 - 06:54
 0
Amedspor li mala xwe têk çû

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspora ku di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de têdikoşe li standa xwe derket pêşberî Istanbulsporê.

Istanbulspor bi pankarta "pêşî welat" derket qadê.

Serokê TFFyê Îbrahîm Hacîosmanoglû û Serokê Amedsporê Azîz Elaldî beriya maçê daketin qadan û alîgirên her du tîman silav kirin.

Maça Amedspor û Istanbulsporê duh demjimêr 21:00an dest pê kir.

Nîva ewil ê maçê bê gol bi dawî bû.

Lîstikvanê Istanbulsporê yê bi navê Emîr Kaan deqîqeya 77an golek avêt û tîma xwe pêş xist.

Ji bilî vê ti goleke din nehat avêtin û maç bi encama 1-0 bi dawî bû.