Amerîka: Di êrişên Tirkiyeyê de sivîl hatine kuştin, divê rawestin

Amerîka ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê “nîgeran” e û dixwaze “tundî demildest raweste.”

27 Berfanbar 2023 - 02:50
27 Berfanbar 2023 - 02:50
 0
Amerîka: Di êrişên Tirkiyeyê de sivîl hatine kuştin, divê rawestin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bi rêya e-mailê pirsa Nûçegihanê Rûdawê ya li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bersivand.

“Bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê got:

“Em ji ber van êrişên dawiyê yên li bakurê Sûriyeyê nîgeran in ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.

Herwiha êrişî binesaziya sivîl jî hatiye kirin.”