Amerîka: Piştevanîyê li hewlên Nadye Murad dike

Wezareta derve ya Amerîka, piştevanîya xwe bo hewlên Nadye Murad ragehand û dîyar kir, pêdvîye Daiş berpirsîyarbe ji wan tawanên kirine.

23 Berfanbar 2016 - 03:47
23 Berfanbar 2016 - 03:47
 0
Amerîka: Piştevanîyê li hewlên Nadye Murad dike

Di prês konfiransê xweyê rojane da, Con Kêrbî peyvdarê wezareta derve ya Amerîka got: Waşinton piştevanîyê li hewlên Nadye Murad keçe Kurda Êzîdî dike, bo wê yekê tawanên Daişê li hember Êzîdîyan kirîn, bighêjin dadgeha tawanên Navdewletî û Daişi berpirsyarbît ji wan tawanên kirine.

Got jî: heta niha jî hejmareyeka mezina keç û jinên Êzîdîyan di dest Daişê da mane û Amerîka jî mijûlî dokomênt û belgeyên saxe, bo wê yekê keysên hen biçine hemberî dadgeha tawanên Navdewletî û Daiş baca kiryarên xwe bide.