Balyozê Fransa yê li Iraqê: Fransa gihandina peyama hevsoziyê bo gelê Kurd didomîne

Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevalier ragihand: “Ez hatim Kurdistanê, da ku peyama hevsoziyê ya Fransayê ji gelê Kurd re ragihînim.”

11 Gulan 2023 - 02:40
11 Gulan 2023 - 02:40
 0
Balyozê Fransa yê li Iraqê: Fransa gihandina peyama hevsoziyê bo gelê Kurd didomîne

Eric Chevalier di serdana xwe ya Hewlêrê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Pêwîst bû werim Hewlêrê û beşdarî merasîma vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî bibim li devera Barzanê, ku muzexane dê sibe were vekirin.”

Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevalier diyar kir: “Fransa gihandina peyama hevsoziyê bo gelê Kurd didomîne. Ez li vir im da ku careke din vê peyamê dubare bikim.”