Baranê deriyên dibistanên Hewlêrê girtin

Ji barîna baraneke xurt û ji şeva borî ve, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji riyan ji ber kombûna avê hatine. Perwerdeya Hewlêrê jî îro betlane ragihand.

13 Çile 2022 - 03:30
13 Çile 2022 - 03:30
 0
Baranê deriyên dibistanên Hewlêrê girtin

Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de mamoste û xwendekar hişyar kirin û ragihand, ji ber barana xurt û ji bo parastina selametiya xwendekar û mamosteyan, dibistan dikevin betlaneyê û ezmûnên xwendekaran jî nayên kirin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya ajokar û welatî agahdar kirin ku li hin rê û kolanên Hewlêrê û derdora wê lehî rabûye, ji ber wê divê welatî hewl bidin xwe ji cihên ku av kom bûye dûr bixin û riyên vekirî bi kar bînin.