Barzanî û Pompeo bi hev re bi telefonê axivîn!
Duh bi şev di navbera Iraq, Kurdistan û Amerîkayê de pêwendiyên telefonê pêk hatin. Pêşiyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re bi telefonê axivî.
Piştre Pompeo bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî re axivî û di pey re jî Barzanî û Abadî li ser telefonê axivîn. Di têkiliya telefonê de li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê axaftin pêk hatine.
Di derbarê trafîka telefonê de Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Wezîr Pompeo ji bo ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de werin çareserkirin, bi her du serokwezîran re axaftin pêk anî. Axaftin erênî derbas bûn û encama wan em memnûn kirin. Her du serokwezîr jî ji bo avakirina hukûmetê wekî gaveke girîng dibînin.”