Baydemîr: Heger venegerin ruhê 2013an wê ji bo me hemîyan bibe tarîstan

Parlamentarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr, bangewazî li hikûmeta Tirkiyê kir ku vegere ser ruhê çareseriyê yê 2013an.

25 Berfanbar 2016 - 16:55
25 Berfanbar 2016 - 16:55
 0
Baydemîr: Heger venegerin ruhê 2013an wê ji bo me hemîyan bibe tarîstan

Osman Baydemîr bal kişand ser ku siyaseta Kurd ji sala 2015an ve rûbirûyî êrîşên dorhêlî ye û got, Rewşa Awarte (OHAL) ketiye meha xwe ya 5an û fatoreya herî giran jî ji siyaseta kurd re hatiye birîn.

Baydemîr: Darbe Bi Ser Bıketa Dê Heman Tışt Bıbûya

Baydemîr destnîşan kir ku ev rewş tê wateya ‘Darbeyê bixwe' û bi bîr xist, heger darbe bi ser biketa dê heman tişt hatibûna kirin, lê koteda bi ser neket û AKP dîsa heman tiştan dike.'

'Pêwîste Derhal Vegerın Ruhê 2013'an'

Parlamentarê HDPê rêveberiya OHALê wek atmosforeke xerabiyê binav kir û wiha peyivî: "Heger bixwazin li dijî vê tarîtiyê derkevin, pêwîst e derhal berê xwe biguherînin û meqesa vê çûnê biguherînin.

Divê dumena keştiyê jî meqesê jî li ruhê sala 2013an vegerînin. Heger berî ku êş û janên mezintir pêk werin vegerînin ruhê 2013an qet nebe, ji ku dera xisarê vegerin wê ew kar bimîne. Ji bilî wê ji bo me hemûyan tarîstan e."