Berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk hat desteserkirin

Berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez li Stenbolê di serdegirtina mala wê de hat desteserkirin.

26 Avrêl 2023 - 10:48
26 Avrêl 2023 - 10:48
 0
Berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk hat desteserkirin

Ayten Donmez a ku ji aliyê Partiya Çep a Keskan ve li Kocaeliyê di rêza 13emîn de wek berbijêra parlamenteriyê hatibû destnîşankirin, li mala xwe ya li navçeya Uskudarê ya Stenbolê hat desteserkirin û birin Birêveberiya Ewlehiyê.

Li gor nûçeya AAyê; Donmez bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" qeyda wê heye.

Herwiha dest danîn ser telefona destan a Ayten Donmez.