Biden gefa êrîşên zêdetir dixwe

Serokê Amerîkayê nameyek ji Serokê Encûmena Nûneran re şand û tê de got ku êrîşa 23ê Tebaxê ya li Bakurê Sûriyê li ser daxwaza wî wek fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Amerîkayê bû û cihê komên milîs ên nêzîkî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ye kir armanc.

26 Tebax 2022 - 03:16
26 Tebax 2022 - 03:16
 0
Biden gefa êrîşên zêdetir dixwe

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh 25ê Tebaxa 2022an de nameyek ji Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi re şand û got, “Bi fermana min, di 23ê Tebaxa 2022an de, Hêzên Amerîkayê hejmarek êrîşên teqez li ser xaleke li bakurê Sûriyê pêk anîn. Ew pêgeh ji aliyê grûpên milîs ên nêzîkî Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve dihat bikaranîn; van grûpan di çend êrîşên dron, mûşek û hawanê de li ser karmendên (serbaz, şêwirmendên leşkerî, peymankar) û çeperên Amerîkayê yên li Sûriyê kirine, ji wan du êrîş li ser du Baregehên Amerîkyê yên li Tenef a Sûriyê, di 15ê Tebaxa 2022an de hat encamdan. Piştî rêze êrîşên komên milîs ên bi piştevaniya Îranê li Iraq û Sûriyê di şeş mehên borî de, li dijî bingeh û hêzên me li Sûriyê hatin kirin jiyana personelên Amerîkayê û Hevpeymanan xiste metirsiyê.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da ku Amerîka amade ye gavên zêdetir bavêje ji bo bersivdana her gef û êrîşeke din.

Pentagonê jî gotibû ku wan 24ê vê Tebaxê, wek tolhildana êrîşa 15ê mehê, 9 pêgehên çekdarî yên grûpên nêzîkî Îranê armac kirine.

Amerîka dibêje, destpêkê biryar bû 11 pêgeh armanc bikin lê ji ber hebûna sivîlan êrîşa li ser 2 pêgehan hilweşandin.

Pentagonê gotibû ku wan perçayên dronan li Sûrîyê dîtine ku mora Îranê li ser diyar e û ev nîşana wê yekê ye dibe ku Îran êrîşên bi vî awayî zêdetir bike lê Pentagon hişyariyê dide ku êrîşên Îranê yên li dijî berjewendiyên wan wê bêbersiv nemînin.