Bikujê hersê jinên çalekvanên PKKê mir

Bikujê hersê jinên çalavanên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê, yên li Parîsê hatine kuştin, di zîndaneka Frensayê da jîyana xwe ji dest da.

18 Berfanbar 2016 - 15:39
18 Berfanbar 2016 - 15:39
 0
Bikujê hersê jinên çalekvanên PKKê mir

Polîsên Frensa ragîhand; Omer Guney, yê bi bikujê serekî yê Sakîna Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan hatîye sûçabarkirin, di zîndaneka wî welatî da jîyana xwe ji dest da.

Sakîna Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan, yên demekî gerîlayên PKKê û Sakîne yek ji damezrênerên wê partîyê û keseka nêzîkî Abdulla Ocelan, serokê zîndankirî yê PKKê, roja nehê kanûna dûyê ya sala 2013, li Parîsê hatibûn kuştin.