Çar serokatiyên Iraqê daxwazekê ji Tevgera Sedirê dikin
Çar serokatiyên Iraqê daxwaz ji Tevgera Sedirê dikin, beşdarî civîna aliyên Iraqî bibe.
Serokatiyên Iraqê, Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokê Perlemantoyê Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind dadwerî Fayiq Zîdan îro Duşemê li koşka Selam a li Bexdayê, bi armanca dîtina çareyekê ji kirîza sîyasî re, civiyan.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin, parastina ewlehî, aramî û rêya demokratîk û destûrî li Iraqê erkê hemû pêkhateyên Iraqê ye û her wiha erkê saziyên dewletî û hêzên siyasî yên niştimanî ye, diyaloga avaker jî rêya herî rast e ji bo bidawîkirina hemû nakokiyên heyî ye.
Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin, di vê hefteyê de qonaxeke nû ya guftûgoyên niştimanî birêve diçe û daxwaz ji Tevgera Sedirê kirin ku beşdarî guftûgoyan bibe.
Her wiha her çar serokatiyên Iraqê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de, tekezî li ser parastina ewlehî, aramî û destûra Iraqê kirin.
Mistefa Kazimî ji Muqteda Sedir alîkariyê dixwaze
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji xwepêşanderan daxwaz dike ku ji Navçeya Kesk vekişin û hemû alî aram bin.
Mistefa Kazimî ji Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî dixwaze, ji alîgirên xwe daxwaz bike ku ji Navçeya Kesk û ji nêzîkî saziyên hikûmetê vekişin, her weke çawa beriya niha li ser parastina saziyên dewletê rijd bûn.
Piştî ku hejmarek ji xwepêşanderan derbasî nav Koşka Hikûmî ya Baregeha Encûmena Wezîran a Iraqê ya li Navçeya Kesk bûn, Mistefa Kazimî biryar da, rûniştinên Encûmena Wezîran heta demeke nediyar werin rawestandin.