Çaremîn Festîvala Mem û Zînê li Hewlêrê tê lidarxistin

Çaremîn Festîvala Mem û Zînê îro 14ê Cotmehê, bi hevahengiya ligel Rêveberiya Rewşenbîrî ya Hewlêrê û bi alîkariya Dezgeha Medyayî ya Kurdistan Chronicle, li Hola Medyayî ya Hewlêrê tê lidarxistin.

14 Cotmeh 2023 - 10:14
14 Cotmeh 2023 - 10:14
 0
Çaremîn Festîvala Mem û Zînê li Hewlêrê tê lidarxistin

Çaremîn Festîvala Mem û Zînê îro 14ê Cotmehê, bi hevahengiya ligel Rêveberiya Rewşenbîrî ya Hewlêrê û bi alîkariya Dezgeha Medyayî ya Kurdistan Chronicle, li Hola Medyayî ya Hewlêrê tê lidarxistin.

Di festîvalê de çend çalakiyên cuda tên lidarxistin, ji wan: Dîdar Mehmet Ozun ji bo romana Kurdî bi beşdariya nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê û pêşkêşkirina mûzîk û stranên hunermendên jin ên Rojavayê Kurdistanê Nûrşîn û Parwîn.

Rêvebirê Navenda Mem û Zînê, Yaran Hîwa ji ajansa K24 re ragihand, hejmarek rewşenbîr û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo beşdarbûna di Çaremîn Festîvala Mam û Zînê hatine vexwendin.

Herwiha Yaran Hîwa got: “Festîvala îsal dê ji salên berê cudatir be.”

Da zanîn jî: Her sal di festîvalê de nivîskarek yan rewşenbîrekî tê xelatkirin, îsal jî xelata festîvalê dê bo nivîskar û wergêrekî navdar ê Rojhilatê Kurdistanê bê dayîn.