Çavuşoglu li ser beşdariya PYD/YPG'ê ya civînên Astanayê axivî

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser pirseke rojnamevanan a ser beşdarbûna PYDê li civînên Astanayê got, ‘Heger li demên pêş çekan deyne, li şûna kantonên terorê piştevaniya yekîtiya milî ya Sûriyê û yek parçebûna erda wê bike, dê ew jî di nav rêvebiriyeke berfireh de di nav aramiyê de bijîn.’

31 Berfanbar 2016 - 11:39
31 Berfanbar 2016 - 11:39
 0
Çavuşoglu li ser beşdariya PYD/YPG'ê ya civînên Astanayê axivî

Wezîrê Tirkiyê di serdana xwe navçeya Alanya ya bajarê Antalyayê de li pirsên rojanemevanan ên ji bo agirbesta Sûriyê û civînên ku tê pêşbînikirin li Astanayê pêk werin axivî.

Çavuşoglu li ser beşdarbûna welatên din di prosesa hevdîtinên Astanayê de diyar kir, ew ji welatên li demên pêş bixwazin alîkariyê bidin re vekirî ne û heger Amerîka jî bixwaze beşdar bibe, ew ê pê kêfxweş bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê li ser pirsa beşdarbûna PYDê di civînên Astanayê de, da zanîn ku ew ne li dijî kurdan in û îdia kir ‘Muxalefeta Sûriyê baş dizane ew PYD rêxistineke terorê ye'. Wezîrê tirk wiha domand: ‘Divê berî her tiştî terorê berdin. Em ji dostên xwe yên Rûsî re dibêjin ku pêwîstî bi beşdariya rêxistinên mîna YPGê yên terorê di civînên Astanayê de nîne.'