Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanya gihîşt Hewlêrê

Cîgirê wezîra berevaniya Almanya, general Markos Lobans gihîşt Hewlêra paytexta Kurdistanê.

14 Tîrmeh 2022 - 05:38
14 Tîrmeh 2022 - 05:38
 0
Cîgirê Wezîra Berevaniya Almanya gihîşt Hewlêrê

Îro danê sibê cîgirê wezîra berevaniya Almanya, general Markos Lobans gihîşt Hewlêrê û ji aliyê wekîlê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û sererkanê Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin.

Cîgirê wezîra berevaniya Almanya yekser çû dîtina pispor û şêwirmendên serbazî yên Almanya li Hewlêrê û paşê jî gihîşt Wezareta Pêşmerge.

Almanya yek ji wan welatan e ku di şerê DAIŞê de di hemû waran de alîkariya Pêşmerge dikir û heta niha jî dike. Niha jî Almanya di piroseya reforman de alîkariya Pêşmerge dike.