DAIŞê ji bahozê firsend dît û êrişî noqteyên HSDê kir: 14 kuştî

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî noqteyên Hemam û Cerse Şerqî yên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

21 Berfanbar 2017 - 04:54
21 Berfanbar 2017 - 04:54
 0
DAIŞê ji bahozê firsend dît û êrişî noqteyên HSDê kir: 14 kuştî

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî noqteyên gundê Hemam û Cerse Şerqî li herêma Dêra Zorê yên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Şervanên HSDê bersiv dan û pevçûnên dijwar qewimîn, di pevçûnan de 11 terorîst hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî li bejahiya Dêrazorê bahoza tozê çêbûye û milîtanên DAIŞê ji vê sûdgirtin û êrişî noqteyên HSDê kirine. DAIŞî dixwazin pêşveçûna şervanên HSDê rawestîne.

Di êrişa milîtanên terorîst a DAIŞê ser noqteyên HSDê de 3 şervanana jiyana xwe ji dest da. Li agahiyên herêmî hê jî şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de dewam dike.