Derbarê Muhalîfên li Suriyê biryarek qrîtîk

Hat zanîn ku Amerîka biryar daye êdî alîkariya çekdarên Muhalîfên li Sûriyê diqedîne

20 Tîrmeh 2017 - 07:15
20 Tîrmeh 2017 - 07:26
 0
Derbarê Muhalîfên li Suriyê biryarek qrîtîk

Dezgeha Navendî ya Îstixbarata Amerîka (CIA) ji sala 2013 ve alîkariya neyarên rêjîma Beşar Esed dike lê tê gotin ku Amerîka biryar daye wê alîkariyê bide sekinandin.

Rojnameya Washington Post û ajansa Reutersê ji zarê berpirsên Amerîkî dane zanîn ku rêveberiya Trump biryar daye êdî alîkariya çekdarên opozîsyona Sûriyê neke.

Li gorî agahiyên ku Rojnameya Washington Post a Amerîkî de cih digire; rayedarek asta bilnd a Amerîkî gotiye ku;Trûmp ev biryar mihek berê standiye.