Di depoya fîşekên hewayî de teqîn: 4 kes mirin

Li bajarê Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di depoya fîşekên hewayî de teqîn çêbû.

24 Sibat 2024 - 05:31
24 Sibat 2024 - 05:31
 0
 Di depoya fîşekên hewayî de teqîn: 4 kes mirin

Di encama teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku bi teqînê re avahî hilweşiyaye.

Rêveberê Parastina Sivîlan a Urmiyeyê Huseyîn Serbaz Reşîd di daxuyaniya xwe de got:

“Li taxa Walîeserê ya Urmiyeyê dengê teqîneke mezin hat bihîstin.

Tîmên me çûn cihê bûyerê û wan dît ku teqîn ji ber fîşekên hewayî çêbûye.

Herwiha hat zanîn ku avahî bi temamî hilweşiyaye.”

Huseyîn Serbaz Reşîd wiha berdewam kir:

“Teqîn nebû sedema şewatê û tîmên me 6 kesên di bin kavilê de mane derxistin.”

Rêveberê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mahbûbî ragihand ku di encama teqînê de 4 canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.