Dijeterorê Kurdistanê: Droneke Tirkiyeyê li Şingalê çekdarên PKKê kirin armanc

Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihand, dronke Tirkiyeyê komek çekdarên PKKê li Şingalê kiriye armanc û di encamê de berpirsek hatiye kuştin û pasewanek jî birîndar bûye.

9 Adar 2024 - 04:01
9 Adar 2024 - 04:01
 0
Dijeterorê Kurdistanê: Droneke Tirkiyeyê li Şingalê çekdarên PKKê kirin armanc

Dijeterora Herêma Kurdistanê belav kir, duhî êvarê demjimêr 17:30, droneke Tirkiyeyê, komek çekdarên PKKê li nêzîkî gundê Zerka yê li rojavayê Şingalê kir armanc.

Li gor daxuyaniya Dijeterora Herêma Kurdistanê, di êrîşê de berpirsekî hewalgiriya PKKê hatiye kuştin û pasewanek jî birîndar bûye.

Li gor amarên dawî, heta nîvê Tebaxa 2023an, 274 gund li parêzgeha Dihokê û 47 gund li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de vala bûne.