Donald Trump: Divê her kes bi lez ji Tehranê derkeve

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Divê her kes bi lez ji Tehranê derkeve.”

17 Hezîran 2025 - 12:40
17 Hezîran 2025 - 12:40
 0
Donald Trump: Divê her kes bi lez ji Tehranê derkeve

Şerê Îran û Îsraîlê bi hemû gurbûna xwe didome û her du alî gefan li hev dixwin.

“Min ev got û hey got!”

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê postek belav kir û got:

“Divabû Îranê peymana ku min ji wan re digot îmze bikira. Çi şerm e û hederkirina jiyana mirovan e.

Bi zelalî hat gotin, NABE KU ÇEKÊN NUKLEER ÊN ÎRANÊ HEBIN. Min ev got û hey got!

Divê her kes bi lezgînî Tehranê vala bike!”