Du botên koçberan binav bûn; 15 term hatin dîtin

Li nêzîk Girava Lesbosê ya Yunanê li Deryaya Spî 2 botên koçberan ku nêzî 40 kes tê de bûn binav bûn. Li gor zanyariyên destpêkê termên 15 kesan hatine dîtin.

6 Cotmeh 2022 - 04:03
6 Cotmeh 2022 - 04:03
 0
Du botên koçberan binav bûn; 15 term hatin dîtin

Hêza ewlekariya peravê ya Yûnanistanê îro danê sibê di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 botên koçberan ku nêzîkî 40 kes tê de bûn li nêzîk girava Lesbosê binav bûn.

Hatiye ragihandin ku herî kêm termên 15 kesan hatin dîtin, û gelek kes jî winda ne.

Şaxa Deryaya Navîn a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (IOM) herî dawî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku di 9 salên dawî de hejmara koçberên neqanûnî yên li Deryaya Spî xeniqîne û canê xwe ji dest dane, nêzî 25 hezar kesan e.