Efrîn: Grûpên ser bi Tirkiye li dijî derbasbûna HTŞê

Li ser dîwarên taxên bajarê Efrînê sloganên dijî derbasbûna hêzên Tehrîr el-Şam hatin nîvisandin, ku dengoyek heye piştî komkujiya Cindirêsê li ser daxwaza xelkê navçeyê herêma Efrînê kontrol bikin.

31 Adar 2023 - 10:07
31 Adar 2023 - 10:07
 0
Efrîn: Grûpên ser bi Tirkiye li dijî derbasbûna HTŞê

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 29ê Adarê li ser dîwarên taxên bajarê Efrînê sloganên dijî derbasbûna hêzên Tehrîr el-Şam hatin nîvisandin, ku dengoyek heye piştî komkujiya Cindirêsê li ser daxwaza xelkê navçeyê herêma Efrînê kontrol bikin.

Li gor hamen çavkaniyan, çekdarên grûpa Ceyş el-Isalm bi serkirdayetiya Ebû Welîd Zemelka li ser dîwarên taxên bajarê Efrînê slogana “Colanî nokerê Îranê ye” nîvisandine, daku ji xelkê Efrînê re bibêjin Desteya Tehrîr el-Şam bi serkirdayetiya Ebû Mihemed el-Colanî tevlîheviyê li navçeyê çêdike.

Şeva 20ê Adarê şeva Cijna Newrozê, çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye ser bi Tirkiye 5 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê di dema pêxistina agirê Newrozê de kuştin, piştre vê komkujiyê nerazîbûneke navxweyî û navdewletî li pey xwe anî, û Fermandfarê Giştî yê Desteya Tejhrîr el-Şam Ebû Mihemed el-Colanî serdana kesûkarên qurbaniyên nkomkujiya Cindirêsê kirbû, herwiha soz dabû wan ku wan ji grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve biparêze.