Efserek Ereb xistin şûna polîsê Kurd

Li gor biryarekî wezareta navxweya Iraqê li şûna rêveberê polisên qeza û nahiyên Kerkûkê emîd Serhed Qadir eqîd Fetah Mehmûd Yasîn Xefacî hate danîn.

31 Cotmeh 2017 - 03:59
31 Cotmeh 2017 - 03:59
 0
Efserek Ereb xistin şûna polîsê Kurd

Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve bi sedema xiyaneta 16'ê Cotmehê hikumeta Iraqê zincîrek ji biryaran bo terîbkirin û guhertina demografiya Kerkûkê û nehştina rola Kurdan li bajaêr derxistin.

Di nûtirîn biryar de hikumeta Ebadî wezareta navxweya Iraqê li şûna rêveberê polisên qeza û nahiyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir, Egîd Fetah Mehmûd, Yasîn Xefacî ku, efserke ser bi hoza Xefaciye û li parêzgehên naverast û başurê Iraqê nişteciye kiriye hate danîn.

Berî niha ew efserê ereb rêveberê polîsê qezaya Hiwêca bû û bi xwedîkirina 150 çekdarên DAIŞê li sînorê qezaya xwe bû, herwiha wezareta navxwe ya Iraqê muqeem Qeyser Mihemed Hesen Ciburî kire rêveberê polîsê Hiwêca.

Piştî 16ê Cotmehê hikumeta Ebadî çendîn berpirs û rêveberê kurd li Kerkûkê ji posên wan dûrxistin û li şûna wan hin kesên ereb ser bi hoza ereb û Şîe mezheb ji başurê Iraqê, herwiha turkimenên derdora parêzgeha Kerkûkê danîn.