Li Kerkûkê bombe di nav destê zarokan de teqiya

Îşev li taxeke bajarê Kerkûkê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de 4 zarok birîndar bûne.

31 Cotmeh 2022 - 02:11
31 Cotmeh 2022 - 02:11
 0
Li Kerkûkê bombe di nav destê zarokan de teqiya

Teqîn li Taxa Musela ya Kerkûkê çê bûye û li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, zarokan teqemeniyek dîtine û dema ku bi wê teqemeniyê lîstine, teqîn çê bûye.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Amir Şiwanî ragihand, “Îşev Yekşembê di demjimêr 23:00 de li Taxa Musela ya bajarê Kerkûkê çend zarokan destkarî di teqemeniyekê de kirine ku bi wan de teqiyaye û 4 ji zarokan birîndar bûne.”

Amir Şiwanî diyar kir, “birîna zarokan dijwar nîne û bo nexweşxaneya bajêr hatine veguhestin.”