Ehmed Turk bi Coronayê ket

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk bi Coronayê ketiye û ji ber wê nikarî beşdarî konferansa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bibe lewma bi rêya online beşdar bû.

4 Sibat 2023 - 10:44
4 Sibat 2023 - 10:44
 0
Ehmed Turk bi Coronayê ket

Biryar bû îro Şemiyê 4ê Sibata 2023an siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn, li Stenbolê beşdarî "Konferansa Komara Demokratîk" a HDPê bibe lê li gor zanyariyan bi Coronayê ketiye û ji ber wê nekarî rasterast beşdarî beşdarî wê konferansê bibe.

Ehmed Turk bi rêya online beşdarî konferansa HDPê bû û di panela yekem de gotara xwe pêşkêş kir.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiyê ya siyasetmedarê Kurd ê 80 salî Ahmet Turk baş e.