Elawî: Divê Heşda Şeibî were hilweşandin

Eyad elawî, di hevpeyvînekê televizyonî de ragehand, çareya pirsa Heşda Şeibî ew e, wek çawa Seyid Sîstanî ew hêz pêk anî, divê weha jî wê hêzê hilweşîne.

27 Berfanbar 2017 - 13:43
27 Berfanbar 2017 - 13:43
 0
Elawî: Divê Heşda Şeibî were hilweşandin

Cîgirê serokê Iraqê û serokê Îtîlafa Iraqiye Eyad elawî, di hevpeyvînekê televizyonî de ragehand, çareya pirsa Heşda Şeibî ew e, wek çawa Seyid Sîstanî ew hêz pêk anî, divê weha jî wê hêzê hilweşîne.

Elawî got: Divê ew çekdarên Heşdê, yên guncayî bikevin nav hêzên çekdar û hêzên polîsan de û yên din jî bikevin ser kerta şaristanî ya dewletê, yan di kerta taybet de bên bicihkirin, yan jî bên xanenişînkirin.