Encûmena Wezîran reşnivîsa Yasaya Veberhênana Kanzeyî gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û mijara sereke ya civînê, pêşkêşkirina Yasaya Veberhênana Kanzeyî li Herêma Kurdistanê ye.

12 Cotmeh 2022 - 09:54
12 Cotmeh 2022 - 09:54
 0
Encûmena Wezîran reşnivîsa Yasaya Veberhênana Kanzeyî gotûbêj dike

Fermangeha Medya û Zanyariyan îro 12ê Cotmena 2022an ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr dicive.

Diyar kir jî, civîn ji 4 xalan pêk tê, xala sereke ya civînê, pêşkêşkirina Yasaya Veberhênana Kanzeyî li Herêma Kurdistanê ye.

Xala duyem jî pêşkêşkirina nivîsa nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê ye, ku taybet e bi şopandina wan ji cîbicîkirina biryara Encûmena Wezîran a derbarê dabeşkirina petrolê de.

Xala sêyem jî derbarê pêşkêşkirina pêşniyara Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê ye, ji bo vegerandina ew minheya ku piştî cîbicîkirina yasaya çaksaziyê wergirtine.

Xala çarem jî pêşkêşkirina pêşniyara Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ya ji bo sererastkirina xişteya hejmar (5) a biryara Encûmena Wezîran a li ser kirêdana herêmên pîşesaziyê ye.