Endamê Kongreya Amerîkî: Ger êrişên li dijî Kurdan were rawestadin

Kongressmanê ser bi Partiya Demokratan a Amerîka Jim Cooper rexneyên tund li Iraq û Îranê digire, ku êrîşî ser Kurdistanê dikin. Herwiha Kurd jî bi hevpeyman û dostê Amerîka binav dike.

28 Cotmeh 2017 - 06:26
28 Cotmeh 2017 - 06:26
 0
Endamê Kongreya Amerîkî: Ger êrişên li dijî Kurdan were rawestadin

Nûnerê Nashville di kongessê de Jim Cooper di du tiwîtan de piştevaniya xwe ji Kurdistanê re nîşan dide û dibêje, Kurd hêjayî parastin û ewlehiya zêdetir in.

Di heman demê de rexne li Iraq û Îranê girt û daxwaz ji wan her du welatan kir, ku şerê DAIŞê bikin ne şerê Kurd bikin û got, DAIŞ dijmin e ne Kurd.

Jim Cooper hevxemiya xwe jî ji Kurdistan û Kurdên Nashvillê re nîşan da, ku ew rewş û êrîşa Heşda Şeibî welatiyên Amerîka nîgeran kirine.