Haşdî Şa’bî ji Kerkûkê vedikşe

Hat ragihandin ku Haşdî Şa’bî û leşkerên Iraqê ji bajarê Kerkûkê vedikşe. Wisa aşkeraye ku biryar piştî hevdîtina Amerîka û Haydar Ebadî hatiye sitendin.

31 Çile 2018 - 06:29
1 Sibat 2018 - 10:26
 0
Haşdî Şa’bî ji Kerkûkê vedikşe

Di şûna Haşdî Şa’bî û leşkerên Iraqê de wê polîsên federalî karê asayîşa Kerkûkê bike. Li aliyê dinê, bo şopandin û îdara Kerkûkê, Dûzxurmatû û Xaniqînê ji aliyê Amerîka de odeya sê qolî hat pêşniyarkirin lê hêj Ebadî bersiva vêya nedaye.

Eger ev daxwaz were cî, wê Kerkûk, Xaniqîn û Dûzxurmatû ji aliyê her sê hêzan ve bên birêvebirin û asayîşa wan bê temînkirin.