HDP: Divê Parlamentoya Tirkiyê Helebce wek 'Qirkirina Netewî' binase
HDP daxwaz dike, jenosayda li Helebce ji hêla Parlamentoya Tirkiyê ve jî wek "Qirkirina Netewê" bê naskirin.
Parlamenterê HDP yê Wanê Lezgîn Botan, bi pêşnûmeyek yasayî arasteyê Parlamentoya Tirkiyê kir û xwest, jenosayda Helebce ya sala 1988'ê ji hêla Tirkiyê ve jî wek "Jenosaydê" bê naskirin.
Lezgîn da xuyakirin, di bombebarana kîmyayî ya rejîma Beis de ji 5 hezarê zêdetir Kurd hatine kuştin û 10 hezarê zêdetir jî birîndar bûne û da zanîn, Dadgeha Bilind ya Iraqê sala 2010'ê ev kiryar wek "Jenosayd" binav kiriye û Parlamentoyên Iraq û Kurdistanê jî wek jenosayd nas kirine.
Herwiha Parlamentoyên Brîtanya, Swêd û Norveçê jî kiryarên "Enfalê" wek "qirkirina kurdan" nas dikin.
Da xuyakirin, Kurdên ku li Helebce hatine qirkirin birayên rasteqîn yên Kurdên Bakurê Kurdistanê ne û da zanîn, naskirineke wiha dê pêwendiyên Tirk û Kurdan geş bike.