Helwesta Huda-Parê li ser referandûmê

Serokê Giştî yê Partiya Hur Dava HÛDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand dê alîgirên partiya wan di referandûmê de ji destûra nû re bêjin 'Erê'

15 Sibat 2017 - 07:25
15 Sibat 2017 - 07:25
 0
Helwesta Huda-Parê li ser referandûmê

Yapicioglu bi civînek ya medyayê ragihand: Destûra nû ya ku di 16ê nîsanê de bi riya referandûmê dê bê ber destê xelkên Tirkiye li gorî daxwaziyên civakê ne û ew dê wek partî ji vê destûrê re bêjin 'Erê'

Yapicioglu di daxuyaniya xwe de got:"Destûra sala 1982an hêj sebebê gelek krîz û arîşeyane. Di dîrokê de herçend guherîn hatibin kirin jî lê dîsa jî negihiştiye asta daxwaziyên me."

Huda Par zêdetir alîgirên wê ji bajarên kurdan Amed û Êlihê ne û raiya giştî de wek partiyek ya nêzîkî rêxistina hizbûllah tê naskirin.