Heşda Şabî: Me gundê Koço radestî êzidîyan kir

Heşda Şabî ragihand, wan gundê Koço yê ku karesata mezin a êzidîyan lê çêbûbû rizgar kiriye û radestî kurdên êzidî kiriye.

28 Gulan 2017 - 03:36
28 Gulan 2017 - 03:36
 0
Heşda Şabî: Me gundê Koço radestî êzidîyan kir

Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendis li gundê Koço da xuyakirin, Heşda Şabî bi piştevaniya şervanên kurdên êzidî û balafirên şer yên artêşa Iraqê gundê Koço tevî Til-Qeseb û Til-Benat û çend gundên din ên êzdiyan rizgar kiriye.

Muhendis diyar kir wan bi fermî gundê Koço radestî kurdên êzidî kiriye û dê Heşda Şabî wê navçeyê biparêze.

Bi hezaran kurdên êzidî di dema êrîşa DAIŞê ya dagirkirina Şingalê ya 2014an de, li gundê Koço hatibûn kuştin û revandin.

Li gor nûçeya medya herêma Kurdistanê Muhendis spasî li pasdarên Îranê jî kir û got, Fermandeyê supaya pasdaran general Şeban Nesîrî di şerê bajarokê Beacê de hatiye kuştin.