Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hat girtin

Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir de biryara girtinê da.

27 Berfanbar 2022 - 04:35
27 Berfanbar 2022 - 04:35
 0
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hat girtin

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên DBPê, hefteya borî di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.

Doh 26ê Berfanbara 2022yan, 15 siyasetmedarên desteserkirî, piştî 4 roj ji mana li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhastin. Li Dadgeha Diyarbekirê îfadeya wan dest pê kir û 13 kesên ku karê îfadeya wan li dadgehê bi dawî bû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat, hatin berdan.

Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun de biryara girtinê da.