Hewlêr: Li ser cadeya 60 Metriyê bombeyek teqiya

Li ser cadeya 60 Metriyê ya Hewlêrê bombeyek teqiya, ziyanên canê çênebûn.

2 Îlon 2023 - 04:43
2 Îlon 2023 - 04:43
 0
Hewlêr: Li ser cadeya 60 Metriyê bombeyek teqiya

Dijî Terorê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser pireke peyayan a nêzîkî Mizgefta Spî ya Hewlêrê bombeyek teqiya.

Dijî Terorê ya Kurdistanê diyar kir ku di teqînê de ti ziyanên canî çênebûne.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.

Li gorî wêne û dîmenan pirê zirar dîtiye û hinek afîşên ku li ser pirê hatibûne daleqandin ketine erdê.