Hêzên girêdayî Tirkiyê Hesekê topbaran dikin

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve şeva borî gundên Esediyê, Dada Ebdan, El-Bobî û Niwêhat yên nahiya Zirganê topbaran kirin.

24 Cotmeh 2022 - 04:30
24 Cotmeh 2022 - 04:30
 0
Hêzên girêdayî Tirkiyê Hesekê topbaran dikin

Hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê gundên nahiya Zirganê ya li parêzgeha Hesekê dide ber topan.

SOHR belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve şeva borî gundên Esediyê, Dada Ebdan, El-Bobî û Niwêhat yên nahiya Zirganê topbaran kirin.

Di derbarê ziyanên vê topbaranê de heta niha ti daxuyaniyek ne hatiye belavkirin.

Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Di encamê de jî gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.