Hêzên Pêşmerge êrişeke IŞİD'ê têk bir
Hat ragihandin ku şeva borî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li sînorê navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke IŞİD'ê têk birîye.
Lîwaya 144 a Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê îro înê 29ê Nîsana 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, hêzên Fewca Yek a Lîwaya 144 li devera Zinane ya li navçeya Kifrî ya ser bi îdareya serbixwe ya Germiyanê, êrişeke IŞİDê têk şikand.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demjimêr 22:00ê şeva borî Pêşmerge bersiva êrişa IŞİDê daye û çekdarên IŞİDê vekişiyane.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama wê êrişa çekdarên IŞİDê de ziyan negihîştiye hêzên Pêşmerge.