Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Qereçoxê dest bi êrîşekê kirin

Hat ragihandin ku Qonaxa duyem a êrîşa hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî çeper û çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçox dest pê kir.

20 Tîrmeh 2022 - 03:49
20 Tîrmeh 2022 - 03:49
 0
Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Qereçoxê dest bi êrîşekê kirin

Îro roja çarşemê 20.7.2022ê qonaxa duyem a operasyona hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser çiyayê Qereçoxê dest pê kir, li gor zanyariyan piştî rêkeftina Pêşmerge û artêşa Iraqê bo operasyoneke hevbeş, operasyon dest pê kir. Duhî rê bi mîn û bombeyan hatin girtin û îro danê sibê jî hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi armanca lêgerîn û jinavbirina hemû navend, şikeft û tunelên DAIŞê çûne kûrahiya çiyayê Qereçoxê.

Operasyon dê çend rojan bidome û dê qonax bi qonax bê encamdan û jibilî hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, firoke û helîkopterên hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê jî dê hemahengiyê ligel dezgehên ewlehiyê bikin ji bo pêkanîna operasyonê.