Hêzên Tirkiyê gellek gundên Til Temir û Zirganê da ber topan

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser, 14ê Tebaxa 2022an hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundên Ebboş, Şêx Elî, Xeracne, Derdare û Enîq el-Hewa li gundewarên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi dijawarî topbaran kirin.

15 Tebax 2022 - 02:25
15 Tebax 2022 - 02:25
 0
Hêzên Tirkiyê gellek gundên Til Temir û Zirganê da ber topan

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar îro 5 gundên bajarokên Til Temir û Zirganê yên li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.

Li gorî ragihandinan di encama topbarana wan gundan de zerareke zêde gihîştiye mal û milkên gundiyan.

Herwiha ji ber berdewamiya topbaranên Tirkiyê, pêleke koçberbûnê niştecihên wan gundan jî destpê kiriye.

Duh 13ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare û Şêx Elî li gundewarê Zirganê topbaran kiribûn.

Di wan mehên dawiyê de topbarana navçeyên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî ve gelek zêde bûye.

Tirkiye herwiha gefa lidarxistina operasyoneek nû ya leşkerî li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dixwe, lê belê heta niha Amerîka û Rûsyayê rê nedane Tirkiyê ku operasyona xwe destpê bike, tevî ku welatên navçeyê bi taybet Îran jî li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ne.