Hikûmeta Şamê: Federalîzma bakûrê Sûriyê qebûl nakin

Berdevkê Wezîrê Ragihandina Sûriyê Besam Ebû Ebdullah got; “Gotinên derbarê bakûrê Sûriyê de û ferzkirina federalîzmê nayê qebûlkirin.”

30 Berfanbar 2016 - 04:02
30 Berfanbar 2016 - 04:02
 0
Hikûmeta Şamê: Federalîzma bakûrê Sûriyê qebûl nakin

Besam Ebû Ebdullah li hember ragihandina Federalîzma Bakûrê Sûriyê ji Rûdawê re got; “Gotinên derbarê bakûrê Sûriyê de û ferzkirina federalîzmê nayê qebûlkirin. Divê gelê Sûriyê bixwe deng li ser vê yekê bide û herwiha tenê hêzeke kurdî li wir nîne û li bakûrê Sûriyê jî tenê kurd najîn.”

Berdevkê Wezîrê Ragihandina Sûriyê daxuyand, ku hikûmeta Sûriyê kurdan weke beşeke giring û sereke ya civaka Sûriyê dibînin û got:

“Di dîroka Sûriyê de kurdan roleke diyar lîstiye. Beşekê giring ê Sûriyê ne.”

Roja 29ê Kanûnê Encûmena Damezrêner a Federalîzma Bakûrê Sûriyê, li bajarokê Rimêlanê di civîneke rojnamevanî de sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ragihandibû.