Îran: Em dê bênavber êrişî Îsraîlê bikin

Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsevî, got ku ew dê bê navber êrişî hedefên Îsraîlê bikin.

19 Hezîran 2025 - 11:28
19 Hezîran 2025 - 11:28
 0
Îran: Em dê bênavber êrişî Îsraîlê bikin

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Mûsevî serdana baregeheke mûşekan a Hêzên Hewayî-Fezayî yên Supaya Pasdaran a Îranê kir.

Mûsevî got, "Em dê êrişên xwe yên li ser her cure hedefên rejîma siyonîst a dagirker, bê rawestan û bi berdewamî bidomînin. Em li pêşiya xwe tu sînordariyê nabînin."

Şerê Îran û Îsraîlê

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hejmarek binkeyên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên wî welatî hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.