Îranê berpirsayetiya xwe di ber êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê de ragihand

Supaya Pasdarên Îranê berpirsayetiya xwe derbarê êrîşa li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de ragihand.

14 Mijdar 2022 - 06:07
14 Mijdar 2022 - 06:07
 0
Îranê berpirsayetiya xwe di ber êrîşên li ser Koye û Zirgiwêzê de ragihand

Ajansa “Fars News) a ser bi Supaya Pasdarên Îranê îro Çarşemê li ser zarê jêderekî agahdar li Urmiyê behsa êrîşa mûşekî ya îro Çarşemê li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê kir.

Li gor wî jêderî, êrîş bi riya firokeyên bêfirokevan û mûşekan hatine kirin.

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin.

Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Roja 28ê Îlona borî jî, baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê û kampa niştecihbûna xelkê sivîl li Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li PIrdê ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatibûn armanckirin.

Di wê êrîşê de, 18 kes şehîd bûn û 51 kes birîndar bûn.