Iraq tekeziyê li nêzîkbûna Hewlêr û Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan dike

Peyvdarê Hikûmeta Îraqê Seed Hedîsî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna wan de, ji dan a mûçe û vekirina balefirgehan nêzîk bûn e.

9 Adar 2018 - 04:42
9 Adar 2018 - 04:42
 0
Iraq tekeziyê li nêzîkbûna Hewlêr û Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan dike

Ev yek jî piştî wê yekê tê ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû, dê beriya Newrozê mûçe bêne şandin û balafirgeh jî, dê bêne vekirin.

Ji aliyê xwe ve, Kazim 'Uqabî Serokê Desteya dergehên sînorî yên Iraqê ragihandiye ku, ji sedî not pirsgirêkên dergehên sînorî ligel Herêma Kurdistanê çareser bûn e û amaje bi wê yekê kir ku, bersiveke erênî ji Hikûmeta Kurdistanê wergirtiye, ji bo xistina tevahiya dergehan, jêr kontrola Hikûmeta Federal de.